Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Nûneran a Amerîka Projebiyraya Trump a Alîkariyan Erê Dike


Encûmena nûneran a Amerîka îro Şemiyê projebiryara serok Donald Trump erê kir li dor dabînkirina alîkariyên rasterast ji bo Amerîkî yên ku rastî vayrusa korona hatine, çi yên nexweş, û çi jî yên bi awakî darayî û moralî ketine bin bandora nexweşiyê.
Serok Donald Trump roja Înê rewşa tengaviyan a niştimanî ragihand û çavkanî û pere terxan kirin ji bo şerê belavbûna vayrusa korona.

Trump li parka Rose a Koşka Spî got,“Ez bi awakî fermî rewşa tengaviyan a niştimanî radighînim,” û wî 50 milyar dolar terxan kir ji hikûmetên wîlayetan da bersiva vê kirîzê bidin.

Di demekê de ku encûmena nûneran amadekariyên dengdanê dikirin, seroka encûmenê Nancy Pelosi ragihand ku wê ev alîkarî bêne bikaranîn ji bo dayîna mûçeyên kesên nexweş, bihêzkirina alîkariyên kesên bêkar û programên xwarinê ji bo kesên ku dahata wan kêm e.

Pelosi got:

“Tiştê ku me digot em ê bikin, me kir: Malbat di serî de.”

Encûmanê piştî nîvê şevê projebiryar erê kir û niha ew ê biçe sînatoya Amerîkî ji bo erêkirinê.

Trump di Twîteke xwe de gotibû:

“Ez bang li hemî komarî û demokratan dikim ku bibin yek dest û erê bikin... ez çavlirê me ku di zûtirîn dem de projebiryarê îmze bikim.”

Jêder: Associated Press

XS
SM
MD
LG