Wezîrên berevanî yên Amerîka û Almanya dê di hefteya pêş de bicivin.
Li gor ragihandina Wezareta Berevanî ya Almanya, wezîra Alman Christine Lambrecht û hemtayê wê yê Amerîkî Lloyd Austin dê di 19’ê Çile de li Berlînê kom bibin.
Washington û Berlînê li hev kirine ku ew ji Ukraynayê re kelûpelên leşkerî bişînin.
Wan hefteya borî eşkere kirin ku ewê wesayîtên şer bidin Ukrayna.
Bi lihevkirinê çaverê ye ji Ukrayna re tankên şer yên Leopard, ku çêkirina Almanya ne, herin.
Amerîka û hevbendên wê yê Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.
Moskow, Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dike.
Jêder: Reuters