Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Vê Hefteyê Mêvandarîya Hilcivîna Demokrasîyê Dike


Di 9 û 10’ê vê mehê de, Serokê Amerîkî Joe Biden mêvandarîya hilcivîneke ser înternetê derbarê demokrasîyê dike, tê de rêberên cîhanê, civaka sivîl û kerta taybet beşdar dibin.

Ev kombûn li jêr durişma “danîna ajendeyeke bihêz jibo nûkirina demokratîk û rûbirûbûna gefeyên ku îro li civakên demokratîk diqewimin” pêk tê.

Hilcivîna jibo Demokrasîyê beşek e ji sozeke Serok Biden ya dema kempeyna hilbijartinên Amerîkî ku tê de gotibû ewê demokrasîyê li seranserê cîhanê bihêz bike, di demekê de ku hikûmetên otokrat bihêz dibin.

Hinek agahî li ser vê kombûnê:

Armanc çi ye?

Rêvebirîya Biden dibêje ku armancên vê hilcivînê bihêzkirina demokrasî, berevanîya li dijî zordarîyê, çareserkirina gendelîyê û belavkirina mafên mirov in.

Li gor rêvebirîyê, ewê rêberên beşdar li gor van armancan hinek “kiryarên diyarkirî û sozên bicihanîna reformên navxweyî yên watedar” ragihînin.

Lê ne xuya ye ewê çend ji van soz û pêgirîyên beşdarên hilcivînê li ser erdê werin kirin. Lê vê dema ku ev soz di warê qanûnî de ne pêgir in, ev hikûmet hîn jî pêdivî bi piştgirîya hemwelatîyên xwe û çavkanîyan hene da ku tiştekî bêtirî gotinan bînin holê.

Stacie Goddard, mamosteya zanistên sîyasî li Zanîngeha Wellesley dibêje, “eger tu berê xwe bidî ajendeyê, bi rastî tiştekî abstrakt e.” Wê ji Dengê Amerîka re got ku ew dizwaze bêtir nêzîkayeke praktîk were peyda kir, wekî mînak, avakirina grûpên kar jibo ewlekarîya hilbijartinan.

Ji alîyekî din ve, Steven Feldstein, lêkolerê navenda Carnegie ya lêkolînan li Washington, dide zanîn ku “ev civîn dûrketinek berçav ji helwesta rêvebirîya serokê berê Donald Trump dîyar dide û ev jî tiştekî girîng e.”

Kî beşdar dibe?

Bêtirî 100 welatan hatine vexwendin, di nav de jî hinek welatên lîberal û welatên ku demokrasîya wan lawaz e û herwiha hinek welatên ku nîşanên zordarîyê lê hene.

Li gor Endeksa Demokrasîyê ya rêxistina Freedom House, ji van welatên vexwendî 77 wekî “azad,” anku bi temamî demokratîk in, 31 “nîv azad” in û sê jî “ne azad” in.

Lêkoler Feldstein ji Dengê Amerîka re got ku ev konekî pir mezin e derbarê şêweyê rêvebirîya Biden jibo lidarxistina vê hilcivînê.” Wî bi taybet bal kişand ser sê welatên vexwendî ku li gor pîvanên Freedom House “ne azad” in: Îraq, Angola û Komara Demokratîk ya Kongoyê.

Lîsteya welatên vexwendî bûye cihê pirsê. Wekî mînak, çima hinek welat hatine vexwendin û hinekên din na? Bosnya, ku 53 xal di Endeksa Freedom House de heye, nehatiye vexwendin, lê Kosovo ya ku 54 xal heye, hatiye vexwendin – ligel neh welatên mayî yên devera Balkanê. Pakistan ya ku 37 xal di Endeksê de heye di nav lîsteya welatên vexwendî de ye, lê Sri Lanka xwedîya 56 xalan, nehatiye vexwendin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki ji Dengê Amerîka re got vexwendina bo vê hilcivînê nayê wê wateyê ku Amerîka ji her tiştî derbarê rewşa van welatan razî ye.

“Demokrasî karekî berdewam e. Ev nayê wê wateyê ku em ji wan welatên ku nehatine vexwendin ne razî ne. Ev tenê jibo wê yekê ye ku dengên rengereng beşdar bibin û herwiha welatên ku dikarin derbarê hewila me ya cîhanî jibo parastina demokrasîyê biaxivin,” Psaki got.

XS
SM
MD
LG