Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Ketina Rejîma Sûrî Çima Cezayên Qeyser Hatin Dirêj Kirin?


Civata Senatoran ya Amerîkî budceya berevanîyê ya sala 2025an pesend kir, tê de cezayên li ser Sûrîyê yên bi navê cezayên Qanûna Qeyser (Caesar Act) jibo 5 salan dirêj kir anku heta sala 2029an.

Dirêjkirina Cezayên Qeyser di demekê de ye ku rejîma Beşar Esed hilweşiye û Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bûye desthilata defacto li Şamê.

Mamosteyê zanîngehê û dijberê rejîma berê Dr. Munzir Xedam bawer dike ku armanca dirêjkirina Qanûna Qeyser danîna givaşê li ser desthilatdarên nû ye.

Xedam dibêje ku Washington bi wê helwesta xwe dixwaze mercên wek cîhkirina biryara navnetewî (2254), rêzgirtina mafên kêmanîyan û şerê li dijî terorê bi cîh bîne.

"Di şert û mercên nû de, cezayên Amerîkî dê bandoreke mezin çênekin, nemaze piştî vebûna Ewropa herwiha Tirkîye û hin welatên Erebî bi ser rejîma nû de, herwiha dibe ku ev ceza werin cemdandin eger hilbijartinên pêbawer çêbibin yan destûreke nû were danîn," Xedam bi awayekî nivîskî bersîva pirsên Dengê Amerîka da.

Her di derbarê dirêjkirina cezayên Qanûna Qeyser de, şîrovekarê aborî Çeleng Omer dibêje ku bi hebûna van cezayan re destên çi hikûmeta li Şamê be wê girêdayî bimînin.

"Dirêjkirina cezayên qeyser dê rê li ber nûavakirinê bigire, Tirkîye û Qeter yan welatên din wê nikarbin bi serbestî piştgirîya aborî pêşkêşî desthilata nû ya HTŞê li Şamê bikin. Pêdivî bi pêvajoyeke sîyasî ku hemû pêkhateyên Sûrîyê di nav xwe de bigire heye, da ku nûavakirin destpê bike", Omer got.

Herwiha dor bandora dirêjkirina cezayan li ser herêma bakur rojhilata Sûrîyê ku bin serwerîya Xweserîya Demokratîk de ye, Omer wiha nêrîna xwe parve dike.

"Aborîya herêma Rêvebirîya Xweser bi Sûrîyê ve girêdayî ye, ew ne serbixwe ye, çi bandor li deverên din hebe li wê jî dike. Lê zengînîya herêmê ya aborî weke petrol û çandinîyê dikare hinekî encamên neyînî sivik bike. Herwiha ji rêvebirîya Amerîka ya werî ya Trump tê xwestin ku piştgirîyê bide hevkarên xwe heta ku çareserî li Sûrîyê pêk were".

Cîhê bîrxistinê ye ku rêvebirîya Amerîkî sala 2019an cezayên Qanûna Qeyser jiber sûc û binpêkirinên berfirh li dijî mafên mirovan danînbûn ser rejîma Sûrî.

Amerîka di sala 2022an de ev ceza li ser herêmên bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûrîyê sivik kiribûn, lê herêmên ku wê demê di bin dest rejîmê û HTŞê de bûn negirtibû nav xwe.

Ji dema danîna cezayên qanûna qeyser de aborîya Sûrî pirtir têk çûye, dirava wê anku lîra hîn erzantir bû û enflasyon zêde bû. Loma çavê welatîyan li wê yekê ye ku reftara desthilata nû dê çawa be û çiqas pabendî daxwazên navneteweyî bibe ku ceza werin rakirin.

NR_12_20_2024_Caesar Act Syria
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG