Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûsiyên Yemenê Soza Bersivê Didin Êrîşên Amerîka Û Brîtanyayê


Amerîka û Brîtanyayê di roja duyemîn a operasyonên mezin li Yemenê de, êrîş dijî 36 armancên Hûsiyan pêk anîn, piştî êrîşa kujer a dawiya hefteya borî li ser leşkerên Amerîkî.

Pentagonê got ku êrîşan derengî roja Şemiyê li navendên enbarkirina çekan, sîstemên mûşekan, û şiyanên din ên ku Hûsiyan bikar anîne ji bo êrîşa li ser keştiyên Deryaya Sor, xistin, û anî ziman ku wê 13 cih li seranserê welat kirine armanc.

Ew lêdanên herî dawî ne di pevçûnekê de ku li Rojhilata Navîn belav bûye ji 7ê Cotmehê ve, dema ku grûpa milîtanên Filistînî Hamasê ji Kerta Gazayê êrîşî Îsraîlê kir, û şerek gur kir ku komên çekdar ên alîgirên Tehranê kişandin nav.

Rûniştvanan got ku êrîşan avahî li Sanaa ya di bin kontrola Hûsiyan de hejand. Berdevkê leşkerî yê girûpê Yahya Sarea got ku êrîşên Amerîkayê "bê bersiv û encam nabin." Komê derbarê kuştî û birîndaran de daxuyanî neda.

Medyaya ku ji aliyê Hûsiyan ve tê birêvebirin, ev êrîş wek yên "herî tund" heta niha, binav kirin.

Êrîşên Yemenê tên di demekê de ku Amerîka helmeteke tolhildanê birêve dibe, li ser kuştina sê leşkerên Amerîkî di êrîşa dronekê de ji hêla mîlîtanên alîgirên Îranê ve li ser bingehek li Urdunê.

Roja Înê, Amerîka yekem pêla wê tolhildanê pêk anî, û li Îraq û Sûrîyê êrîşî zêdetirî 85 armancên girêdayî Feyleqa Quds ya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û milîsên alîgirên wê kir, û tê gotin ku tê de nêzîkî 40 kes kuştine.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG