Amerîka du bingehên ku ji alîyê Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve li Sûrîyê tên bikaranîn roja Pêncşemê kir armanc, Wezîrê Berevanîya Amerîka ragihand.
Di daxuyanîyekê de ku derengî Pêncşemê hate belavkirin, Lloyd Austin got ku êrîşên esmanî li ser herdu bingehên li rojhilatê Sûrîyê bi fermana Serok Joe Biden pêk hatin.
Austin herwiha dîyar kir ku ev êrîşên bersiv bûn hember êrîşên vê dawîyê yên ji alîyê hêzên ser bi Îranê ve li dijî hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê ji 17'ê Cotmehê ve.
Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku Serok Biden fermana van êrîşan da jibo ku "zelal bike ku Amerîkî dê berevanîya xwe, hêzên xwe û berjewendîyên xwe bike."
Wî herwiha eşkere kir ku Amerîka şer naxwaze û niyaz nîne ku beşdarî ti nakokîyan bibe, lê êrîşên ji alîyê komên ser bi Îranê ve dijî hêzên Amerîkî nayên qebûlkirin û divê rawestin.
"Îran dixwaze destê xwe veşêre û rola xwe di van êrîşên dijî hêzên me de înkar bike. Lê emê nehêlin ew wisa bikin. Eger êrîşên komên ser bi Îranê ve dijî hêzên Amerîkî bidomin, emê dudil nebin ku gavên bêtir yên pêwîst bavêjin jibo parastina xelkê me," daxuyanîya wezîrê berevanîya Amerîka diyar kir.
Wexteke zûtir roja Pêncşemê, karbidestekî leşkerî yê Amerîka ji Dengê Amerîka re ragihandibû ku di çend rojên dawî de bi kêmî 17 êrîşên dron û roketan ser hêz û bingehên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê hatin kirin.