Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filîstînî Dibêjin di Êrîşa Îsraîlê ya Ser Dibistanekê de 18 Kes Hatin Kuştin


Berdevikê Berevanîya Sivîl ya Gazayê Mehmûd Bassal ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya ser dibistaneke li Nuseyrat ya li navenda Gazayê 18 sivîl roja Çarşemê hatin kuştin ku 2 ji wan karmendên Neteweyên Yekbûyî (NY) bûn.

Bassal got ku di êrîşan de pirtir ji 18 kesên din jî birîndar bûn," Berdevikê Berevanîya Sivîl ya Gazayê Mehmûd Bassal got.

Bassal herwiha ragihand ku şev di topbarana Îsraîlê ya do şev de 3 kes li kampa penaberan ya Cebelîye hatine kuştin.

Sazîya alîkarîyê ya jibo penaberên Filîstînî ya NY (UNRWA) piştre dîyar kir ku di du êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li ser dibistana Nuseyrat û derdora 6 karmendên wê hatine kuştin.

UNRWA ew wek jimara herî zêde ya kuştîyên tîma xwe di bûyerekê de bi nav kir.

"Di nav wan kuştîyan de rêvebirê stargeha UNRWA û endamên din yên tîmê hebûn, ku jibo mirovên derbeder alîkarî pêşkêşî dikirin. Dibistan û binesazîyên sivîl divê her dem werin parastin, ew ne armanc in," ajansa NY li ser X’ê got.

Dibistana El-Cewnî ya li Nuseyratê berîya niha jî di şerê 11 mehan de gelek caran hatibû bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de ragihand ku wan "êrîşeke girîng" birine ser navendeke fermandarî û kontrolê ya Hamasê ya li navenda El-Cewnî. Artêşê pirtir agahî neda, lê got ku jibo kêmkirina xeterîya ser sivîlan "gelek gav" hatine avêtin.

Serokê UNRWA Philippe Lazzarini piştî êrîşa ser dibistanê got ku heya niha herî kêm 220 karmendên ajansê di şerê Gaza de hatine kuştin.

"Roj bi roj kuştinên bê dawî û bê wate. Karmend, navend û operasyonên mirovahî ji destpêka şer ve bi awayekî eşkere û bê navber hatine paşguh kirin," Lazzarini li ser X ‘ê got.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî got ku tiştên ku li Gazayê diqewimin bi ti awayî nayên pejirandin.

Lê, balyozê Îsraîlê li NY, Danny Danon Guterres bi berevajîkirina rastîyê tawanbar kir.

“Dema ku Hamas bi domdarî jin û zarokan wekî mertalên zindî bi kar tîne, NY di şerê rewa yê dijî terorîstan de bêwijdanîya NY ya şermezarkirina Îsraîlê didomîne,” Danon li ser medyaya civakî got.

Danon herwiha got ku çareserî ne agirbest e, lê azadkirina hemû dîlên ku hîn li Gazayê girtî ne û tunekirina Hamasê ye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG