Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF li Sûrîye û Tirkîyê Mîlyonek Kes li Wargehên Kindemî Dimînin


Penaberên Sûrî li Entabê
Penaberên Sûrî li Entabê

Ajansa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro Înê ragihand ku li Tirkîye û Sûrîyê, li herêmên ku di erdhejan de wêran bûne, pirtir ji mîlyonekê kes li cîhên kindemî dimînin.

Dîrektorê UNICEF yê Ewrupa û Asya Navîn Afşan Xan got ku ji mîlyoneke zêdetir kes li cîhên wek xwendingeh, stadyum, otel û nivîngehan dimînin.

Hevdem, Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Îqlimê yê Tirkîyê Murat Kurum jî îro ragihand ku wan jibo kesên kê di erdhejan de bê mal mane, dest bi avakirina xanîyan kirine.

Wî li ser Twitterê got ku ew plan dikin ku li bajarokên Nurdagi û Îslahîyê yên Entabê 855 xanî ava bikin.

Karbidestên Tirk radigihînin ku di erdhejan de 173 hezar avahi û 534 hezar daîre hilweşîne yan bi giranî zarar dîtine.

XS
SM
MD
LG