Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Înê ragihand ku tevî hebûna pandemîya korona, di sala borî de nêzî 3 mîlyon kes li seranser cîhanê ji neçar mane ku ji ji cîh û warên xwe dûr bikevin.
UNHCR dîyar dike ku şer, tundî û tûjî, givaştin û zordarî, binpêkirinên mafê mirovan sedemên serekî yên derbiderbûna wan kesan e.
UNHCR di raporta xwe ya bi navê Global Trends dide zanîn ku hejmara giştî ya kesên derbiderbûyî li seranser cîhanê giheştîye 82.4 mîlyon kesan ku ew jî nêzî şênîya Almanya ye û rekora nû ya ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve ye.
Berpirsê UNHCR Filippo Grandi got ku şerên li cîhên wek Mozambik, herêma Tigray ya Etopya û û guherîna îqlimê li herêma Sehel ya Afrîqa sedemên çêbûna derbider û penaberên nû ne.