Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Tawanên Şer û yên li Dijî Mirovahîyê li Efrînê Didomin


Piştî ku çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê peykerê Kawa li Efrînê wêran kiriye, foto digirin
Piştî ku çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê peykerê Kawa li Efrînê wêran kiriye, foto digirin

Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, raporta xwe ya nû ya derheqa rewşa vî welatî ragihand.

Di çend beşên raportê de bal li rewşa herêma Efrînê hatiye kişandin, ku binpêkirina mafên mirovan û destdanîna ser mal û milkê xelkê wê yê resen didome.

Husên Naso
Husên Naso

Rêvebirê Desteya Yasayî ya Kurdî parêzer Husên Naso got ku rapor bi giştî erênî ye ku tawanên dijî welatîyên Kurd eşkere kirine, lê kêmahîyên wê jî hene jiber ku ew tawan xistine çarçoveyeke kesane.

“Tawanên li Efrînê diqewimin ne kesane ne, yan jî komek tenê, bi serê xwe pêk tine. Ew tawan rêxistinkirî ne û di bin çavdêrîya hêz û îstixbarata Tirkîyê de tên kirin”.

Naso herwiha bi bîr xist ku Tirkîye, wek dewleteke dagîrker divê ewlehîyê deverê û parastina jîyana gelê xwecîhî bi cîh bîne. Wî rapor rexne kir ku bi zelalî qala berpirsîyên navnetewî yên Tirkîyê nekiriye.

“Di raporetê de eşkere dibe ku herêm rasterast di bin kontrola Tirkîyê de ye û ew ji kiryarên lê diqewimin berpirs e, lê jiber berjewendîyên sîyasî û fişaran bi awayekî zelal û rasterast nabêje ku Tirkîyê dewleteke dagirker e”.

Naso destnîşan dike ku kêmahîyeke din di raportê de piştguhkirina guhertina demografîk û pêvajoya avakirina komgehan li Efrînê ye.

“Bêdengîya komîteya lêkolînê nayê qebûl kirin. Me gelek belge pêşkêş kirin ku guhertina demografîk ya li Efrînê berdewam dike û gelê Kurd li wê herêmê tê tune kirin.”

Naso di dawîya axaftina xwe de piştrast kir ku tevî kêmahîyên raportê, ew jibo siberojê belgeyeke girîng e. “Binavkirina kiryarên li herêmê diqewimin weke tawanên şer û yên li dijî mirovahîyê wê jibo darizandina sûcdaran li pêş dadgehên navneteweyî bibe delîl.”

NR_03_14_2022_Rapora_NY_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG