Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson got geşbûna şiyanên navokî yên Korya Bakur ew gefeke rasteraste bo Amerîka, û Waşinton “dê hemî pîvanên pêwîst bikar bîne” ji bo berevaniya xwe bike li beramber kiryarên dijminahî.
Wî got:
“li beramber gefeka wiha sistbûna çi welatî nayê pejirandin…Em bi awakî zelal dibêjin hemî bijar li ser masê ne ji bo berevaniya welatê me.”
Tillerson ji Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî re got:
“Lê em hewil nadin û nejî em dixwazin şerekî dijî Korya Bakur bikin.”
Kombûna Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî ya li dor doseya Korya Bakur hat li darxistin ji aliyê Japonê ve ku vê mehê serokatiya Civatê dike.
Tillerson di kombûnê de got:
“Amerîka dê hemî pîvanên pêwîst bikar bîne da berevaniya xwe bike li beramber Korya Bakur, lê hêviyên me ewin ku dîplomasî dê çareseriyekê bide pêş.”