Tîmeke pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku vekolîna yê ya destpêkî belgeyên tawanên şer li Ukraynayê nîşan dide.
Tîma ku ji alîyê Civata Mafên Mirov ya NY hatîye destnîşankirin jibo salixdanên tawanên şer vekolîn bike, heta niha berê xwe day çar herêman: Kyîv, Chernihiv, Kharkiv û Sumy.
Pisporên tîma Komisyona Lêpirsîna ser Ukrayna vedîtinên xwe pêşkêşî civîneke Civata Mafên Mirov kir, tê de îfadeyên girtîyên berê derbarê lêdan û êşkencekirinê di girtîgehên Rûsyayê de hene.
Erik Mose, berpirsê komisyonê, got ku “em bi hejmara mezin ya kuştinên meydanî li deverên me serdana wan kir matmayî bûn. Komisyon niha wan mirinan li 16 bajarok û komgeh vekolîn dike.”
Wî dîyar nekir kîjan alîyê şerê berpirsê van kuştinan bû.
Mose di civîna Civata Mafên Mirov de roja Înê got ku tîma wî “salixdanên pêbawerkirî derbarê dozên din yên kuştina meydanî” belge dike.
Anton Korynevych, balyozê wezareta derve ya Ukraynayê, tevlî şanderên din ji hejmareke welatên Rojavayî bû û li dijî şerê Rûsya li Ukraynayê bû, li vê dema pêşkêşkirina encamên karê komisyonê. Şanda Rûsya kombûna civatê boykot kir.
Mose dîyar kir ku vekolerên komisyonê serdana 27 bajarok û komgeh û herwiha goristan û girtîgeh û navendên êşkencekirinê kir, hevpeyvîn ligel bêtirî 150 qurbanî û şahid kir û ligel rêxistinên mafên mirov û karbidestên hikûmetê komb bû.
“Li ser bingeha belgeyên ku ji alîyê komisyonê hatîye berhev kirin, ew gihiştîye encamekê ku tawanên şer li Ukraynayê pêk hatine,” wî got.
Komisyona Lêpirsîna ser Ukraynayê dê di qonaxa bê de karê xwe berfirehtir bike û serdana hinek deverên din li Ukraynayê bike da ku prosesa vekolînê bidomîne.