Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê NY yê Mafên Mirov Daxwaza Lêkolînên Ser Kûştina Xwepêşanderên Îranê Dike


Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan li UN, Zeyd Raad əl-Hüseyn
Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan li UN, Zeyd Raad əl-Hüseyn

Ji bajarê Cenfre komîserê bilind yê Mafên Mirov li Netewên Yekgirtî daxwaz ji desthilata Îranê dike da ku şîdeta liser xwepêşandan û aloziyên heyî rawestîne, herwiha daxwaz dike ku lêkolîn derabrê kuştina kesên nerazî û beşdar di xwepêşandan de bihên kirin.

Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad el-Huseyîn roja Çarşemê dide zanîn ku di xwepêşandên li Îranê de, zêdetirî 20 kes hatine kuştin"Divê lêpirsînên gelemperî û bêalî di wan hemû dosyan de yên çêbûne bihên destpêkirin". Herwiha dibêje "kesên nerazî maf heye guhdarîya wan bihê kirin".

Al-Huseyîn, dîsan dibêje, divê desthilat hêzên xwe yên ewlekarîyê li gûr prensîp û yasya Navnetewî ya parastina mafê kesên nerazî û xwepêşanderan bikar bîne û pêngavan bihavêjin.

Wek tê zanîn ev hefteyek xwepêşandanên nerazîbûnê li gelek bajar û herêmên Îranê tên berdewam kirin, heta niha li gûr ajans û çavkaniyên bawerpêkirî zêdetir ji 20 kesan hatine kuştin, sedan birîndar û zêdetirî 1000 kesan hatine girtin.

XS
SM
MD
LG