Neteweyên Yekbûyî (NY), Îran ji Komîsyona Statuya Jinan (CSW) derxist. Biryar ser derxistina Îranê, li Civata Aborî û Civakî ya NY ya 54 endamêî bi piranîya dengan hat pejirandin.
Ew bernivîsa ser derxistina ji alîyê Amerîka ve hatibû hazir kirin.
Di dengdanê de 29 endaman ser derxistina Îranê deng dan, 8 endam dijî derxistinê deng dan û 16 endam jî bêbiryar man.
Li gor bernivîsa hatiye pejirandin, Îran, ku heta sala 2026an bo komîsyonê hatiye qebûl kirin, dê demûdest ji komîsyonê were derxistin.
Nûnera Amerîka ya li NY’ê Linda Thomas Greenfield di ser Jîna Amînî re bal kişand protestoyên lî Îranê û helwesta hêzên ewlekarîyê.
Greenfield dîyar kir ku hikûmet û hêzên ewlekarîyê li sîvîlan dane, li xwenîşanderan êşkence kirine û însanên desteserkirî kuştine.
Wê da zanîn ku Îran di Komîsyona Statuya Jinan ya NY’ê de lekeyek e û got ku wan bi dengdanê ew lekeya reş derxistiye.