Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Daxwaza Agirbesteke Mirovahî li Gaza Dike


Civata Giştî ya NY roja Sêşemê bi piranîya dengan daxwaza agirbesteke ji mebestên mirovahî re û lezgîn ya navbera Hamas û Îsraîlê û jibo azadkirina bê şert û merc ya dîlên destê Hamasê û hevalbendên wê erê kir.

Civatê bi dengên erê yên 153 welatan û 10 dengên dijber biryar pejirand ku daxwaza "agirbesta mirovî ya lezgîn" dike.

Civatê herwiha berdana yekser û bê şert û merc ya hemû dîlan û garantîkirina giheştina alîkarîyan jibo Gazayê jî xwest.

XS
SM
MD
LG