Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres givaştinê li civaka navnetewî dike ku pere bide Tirkîye û Sûrîyê û kar bikin ku alîkarîyê derbazî deverên Sûrîyê ku erdhejê lê dane.
Guterres ligel rojnamevanan li navenda NY li New York roja Pêncşemê axivê, çend demjimêran piştî ku karwanekî alîkarîyê yê NY bo cara yekê ji Tirkîyê derbazî bakurê rojavayê Sûrîyê bû ji dema ku erdhej roja Duşemê qewimî.
"Bêtir alîkarî bi rê de ye, lê hîn bêtir, pir bêtir pêdivî ye," rêvebirê NY got û da zanîn ku rêxistina wî plan dike ku bangeke navnetewî heftaya were ragihîne jibo piştgirîya darayî ya hewildana alîkarîyê. Heta niha NY 25 milyon dolar ji pereyê şandiye.
Guterres got ku "xelk rûbirûyê kabûs li dû kabûsê dibin."
Li gor daneyên herî dawî, hejmara mirîyên jiber erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê 21,000 derbaz kiriye.