Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewrupa Piştgirîya Endamtîya Ukrayna ya YE Dike


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Înê li Brukselê dîyar kir ku Komîsyon pêşnîyar dike ku Ukrayna û Moldava bibin berendamên Yekîtîya Ewrupa (YE).

"Ukrayna xwesteka welêt û vîyana xwe ya bo jiyana li gor nirx û pîvanên Ewrupa bi zelalî nîşan da," von der Leyen got.

Ukrayna tenê çar roj piştî ku hêzên Rûsî di 24'ê Sibatê de dest bi dagirkirina wî welatî kir, serlêdana endamtîya YE kiribû.

Moldova û Gurcistanê jî li dû Ukrayna serlêdana endamtîya YE kiribûn, dewletên piçûk yên Sovyeta berê ku dijberîya herêmên cudaxwaz yên hêzên Rûsî dagir kirinê dikin.

Serokê Volodymyr Zelenskyy li ser Twitterê sipasîya von der Leyen û welatên endamên YE kir.

"Ev biryar di rêka endamtîya YE de gava yekê ye ku bê guman wê serkeftina me nêzîktir bike," Zelenskyy got.

Seroka Moldovayê Maia Sandu jî pêşwazîya biryara Komîsyona Ewrupa kir û got ku biryar bo Moldova û hemwelatîyên wê nîşaneke xurt a piştgirîyê ye.

Komîsyonê serlêdana Gurcistanê jî bo niha rawestand,û got ku divê pêşî şert û mercên zêdetir bicîh bîne.

Tê çaverêkirin ku serokên welatên YE di hilcivîna hefteya pêş de pêşnîyara Komîsyon Ewrupa wek biryareke fermvî bipejirînin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi û Serokê Romanya Klaus Lohannis doh serdana Kîevê kirin û piştvanîya xwe nîşan dan.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz piştî hevdîtina bi Volodymyr Zelenskyr re got ku Ukrayna ji malbata Ewrupî ye."

Serokê berê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev yê ku niha cîgirê serokê Civata Ewlekarî ya Kremlînê ye, got ku serdana serokên Ewrupî ji Ukrayna re ti feyde nekiriye.

XS
SM
MD
LG