Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna ji Tirkîyê Girtina Qada Esmanî, Tengavên Bospor û Dardanelê Dixwaze


Tengava Bospor ya Tirkîyê Deryaya Marmara û Deryaya Reş ve girêdide.
Tengava Bospor ya Tirkîyê Deryaya Marmara û Deryaya Reş ve girêdide.

Balyozê Ukrayna yê li Tirkîyê Vasyl Bodnar îro Pêncşemê bang li welatê endama NATO'yê kir ku qada esmanî ya xwe bigire.

Vasyl Bodnar hevdem ji Tirkîyê xwest ku tengava ku Deryaya Reş bi Deryaya Sipî ve girêdide tengavên li ber Deryaya Reş ji keştîyên Rûsyayê re bigire.

"Em bang dikin ku qada esmanî, tengava Bospor û Dardanelles werin girtin," Bodnar got.

Balyoz anî ziman ku wî daxwazên Ukrayna ji Tirkîyê re ragihandiye û herwiha ew dixwazin ku dijî Rûsyayê tole werin sepandin.

Peymaneke sala 1936'an destûrê dide Tirkîyê ku li ser tengavên ku Deryaya Egeyê bi Deryaya Marmara û Deryaya Reş ve girêdide, di dema şer de yan jî ger Tirkîyê di bin tehdîtê de be, derbazbûna keştîyên şer sînordar bike.

XS
SM
MD
LG