Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy dîyar kir ku nexşerêya bo bidawîkirina şerê navxweyî amade ye.
Zelenskiy ji rojnamevanan re da zanîn ku wî bo aştîya rojhilata Ukrayna nexşerêyek çêkiriye.
Wî da zanîn ku ewê di meha pêş de li Fransa bi karbidestên Rûs û Brîtanî re ser nexşerêyê biaxife.
Di sala 2014’an de li Ukrayna di navbera alîgirên Ewrupa û Rûsya de şer destpê kiribû û jiber pervçûnan pirtirê 13,000 kes hatibûn kuştin.
Her çiqas di sala 2015’an de agirbest hat ragihandin jî hîn jî li Ukrayna pevçûn çêdibin.