Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Ji Destpêka Dagirkirinê vir ve 18 Karmendên Saxlemîyê Hatine Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê wezareta Saxlemî ya Ukrayna ragihand ku ji destpêka şerê bi Rûsya re, ku ketiye meha şeşan, bi kêmî ve 18 karmendên saxlemîyê hatine kuştin û bi qasî 900 navendên saxlemîyê hilweşîyane yan zarar dîtine.

Wezareta Saxlemî ya Ukrayna ji Facebookê da zanîn ku ji meha Sibatê vir ve pirtir ji 50 karmendên saxlemîyê di êrîşên hêzên Rûs de birîndar bûne.

Şerê Rûsya û Ukrayna ji 1945’an vir ve li Ewrupa şerê herî mezin e ku Moskowê heta niha bi deh hezaran leşker şandine Ukrayna.

Li gor daxunîya Wezareta Saxlemî ya Ukrayna 123 navendên saxlemîyê ji alîyê hêzên dagirker ve hatine hilweşandin û pêdivîya 746 navendan bi tamîrê heye.

Rûsya dibêje ew li Ukrayna operasyoneke taybet dimeşîne û îdiayên ser kuştina sîvîl yan karmendên saxlemîyê red dike.

Kîev dîyar dike ku Kremlîn bo zorê bide Ukrayna ku peymaneke aştîyê ya ne li gor wan îmza bike, serî li terorîzmê dide.

XS
SM
MD
LG