Karbidestên Ukraynî dibêjin, di encama pevçûnên gurbuyî yên navbera hêzên hikûmetê û serhildayên cudaxwaz de 8 leşker do Sêşemê hatin kuştin.
Hejmara ku îro hate dayîn, kuştina herî zêde ya nav rojekê de ye ku nav çend hefteyên borî de qewimî. Di heman demê de herwiha 16 leşkerên din jî di pevçûnanan de birîndar bûn.
Her du alîyên şer di meha Şubatê de agirbestek îmza kiribûn, lê binpêkirina wê agirbestê tim dihatin ragihandin.
Neteweyên Yekbûyî dibêje, pirtir jî 6,400 kes ji destpêbûna şerê navxweyî anku ji Nîsana 2014’an vir ve li wî welatî hatin kuştin.