Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Putin Agirbestê Naxwaze


Wezîrê Derve yê Ukrayna Andrii Sybiha got ku Rûsya dixwaze şer bidomîne.

Sybiha ji X’ê dîyar kir ku gotinên Serokê Rûsya Vladimir Putin yên ser plana agirbestê vê yekê nîşan didin.

‘’Ukrayna jibo pêşnîyara Amerîka ya ser agirbestê got ‘erê’. Çinku Ukrayna aştîyê dixwaze. Putin li şûna ku bêje ‘erê şertên cuda dibêje.’’

Wî got kuKîev dixwaze dawî li şer were û Putin jî dixwaze ku ew şer bidome.

Sybiha dîyar kir ku gotinên Putin rewşeke ne zelal çêdikin.

Putin gotibû ku ew agirbestê dixwaze li ser planê hin fikar û pirsên wî hene.

Şerê Rûsya û Ukrayna Sibata 2022'yan destpê kir. Danûstandinên ser agirbestê di sala 3'yan ya şer de jinûve geş bûn, lê hîn ti encam derneketiye.

Jêder: X

XS
SM
MD
LG