Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna ji Polonya Dixwaze ku Ser Derxistina Dexlûdan Hestîyar Nefikire


Ukrayna bang li Polonya kir ku di danûstandinên dualî de hestîyar tevnegere.

Wezareta Derve Ukrayna dîyar kir ku divê Polonya ser danûstandinên bazirganîyê hestan bide hêlekê.

Warsawê îro Çarşemê ser nelihevkirina karên bazirganîyê balyozê Ukrayna vexwendibû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Ukrayna Oleg Nikolenko dîyar kir ku ew jibo kêşeya dexlûdan ya bi Polonya re çareser bikin rêkeke avaker nîşan didin.

Medyaya dewletê ya Polonyayî, POP’ê ragihand ku Wezareta Derve ser gotinên Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy balyozê wî welatî vexwendiye.

Zelenskyy li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kiribû ku ew jibo berevanîya rêkên derxistina dexlûdan çi ji dest wan tê, dikin.

Wî got ku şanoya sîyasî ya ser derxistina dexlûdan bi tenê kêrî Moskowê tê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG