Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna bi Dronan Êrîşeke Berfireh Bir Ser Moskow'ê


Ukrayna bi şev êrîşeke berfireh ya dronî bir ser Moskow ya paytexta Rûsya.

Rûsya da zanîn ku di êrîşê de bi kêmî ve 1 sîvîl hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku li herêmên cuda yên welêt 337 dronên Ukrayna hatine xistin û ji wan 91 li Moskow'ê bûne.

Li gor ragihandina wezaretê, li Moskowê avahîyekê bi ketina enqaza dronê zarar dît.

Jiber ketina dronan li herêmên cuda yên Moskowê şewatên biçûk çêbûn.

Êrîş di vê demê de ne ku şandeya Amerîka û Ukrayna jibo danûstandinên ser sekinandina şer li Erebistana Saudî kom dibin.

Ukrayna herî dawî meha Mijdarê êrîşeke berfireh ya dronî biribû ser Moskowê.

Rûsya wê demê dabû zanîn ku herî kêm 34 dron hatine xistin ku di wan êrîşan de 1 sîvîl hatibû kuştin û bi dehan avahîyan jî zarar dîtibûn.

Her du alî jî dibêjin ku ew êrîşan nabin ser sîvîlan, lê ji destpêka şer vir ve piranîya wan Ukrayna bi hezaran sîvîl hatine kuştin.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG