Ukraynayê roja Sêşemê di gotûbêjên bi karbidestên Amerîka re li Erebistana Saudî de, hevbîr bûye ku di şerê bi Rûsyayê re agirbestekê demûdest ya 30 rojî qebûl bike.
Ev agahî bi daxuyanîyeke hevpar ya Amerîka û Ukrayna de hat dîyar kirin.
"Ukrayna jibo qebûlkirina pêşnkyera Amerîka ya ser agirbesteke demkî ya 30 rojî amadebûna xwe dîyar kir, ku bi hevbîrbûna dualî ya alîyan dikare were dirêjkirin û û girêdayî qebûlkirin û pêkanîna hevdemî ya ji alîyê Federasyona Rûsyayê ve ye, " di daxuyanîya hevpar de hat gotin.
Di daxuyanîya ku wezareta derve ya Amerîka de hat weşandin de hat dîyar kirin ku Washington, wê rawestana ser parvekirina îstîxbaratê demûdest rake û alîkarîya ewlehîyê ya ji bo Ukraynayê jinûve bide destpêkirin."
Parvekirina îstîxbaratê demûdest û alîkarîya ewlehîyê ya ji bo Ukraynayê hatibûn rawestandin, piştî hevdîtina nexweş ya di navbera rêberê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û Serok Trump de li Qesra Spî di 28ê Sibatê de.
Zelenskyy, ku ew jî li Erebistana Saudî bû, lê beşdarî danûstandinan nebû, got ku agirbest "pêşnîyarek erênî ye", ku tê de ne tenê şerê esman û deryayî, lê enîya şer jî hene.
Zelenskyy rave kir ku ger Rûsya qebûl bike agirbesta 30 rojî wê tavilê bikeve merîyetê.
"Ukrayna amade ye ku vê pêşnîyarê qebûl bike - em wê mîna gavek erênî dibînin û amade ne ku wê bijeri în. Niha li ser Amerîka ye ku Rûsyayê razî bike ku heman tiştî bike, wî li ser X’ê got.
"Amerîka wê ji Rûsyayê re ragihîne ku bersivdayîna vanîya Rûsyayê mifteya bidestxistina aştiyê ye," di daxuyanîyî de hat gotin.
Hevbirbûna Kîevê hat ragihandin, piştî zêdetir ji heşt seatên danûstandinan di navbera karbidestên Ukrayna û şandeke Amerîkî ya bi seroktîya wezîrê derve Marco Rubio li bajarê Cedde yê li Erebistana Saudî.
Wezîr Rubio got ku ewê niha pêşnîyarê bidin Rûsan û hînde top li qada Moskowê ye.
"Emê niha vê pêşnîyarê bidin Rûsan. Û em hêvîdar in ku wê bêjin erê, ji aştiyê re bêjin erê. "Armanca serok li vir ew e, ya yekê, berî her tiştî, ew dixwaze şer bi dawî bibe, û bi dîtina min îro Ukrayna di vî warî de gavek berbiçav avêtîye. Em hêvî dikin ku Rûs bersîvê bidin, Rubio got."
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku Amerîka û Ukrayna wê "tîmên xwe yên danûstandinê destnîşan bikin û jibo aştiyek mayînde ku ewlehîya demdirêj ya Ukraynayê peyda dike, demûdest dest bi danûstandinan bikin. "
Herwiha hat gotin ku Trump û Zelenskyy " jibo pêşxistina çavkanîyên madenê girîng yên Ukraynayê, di demek herî zû ya pêkan de ewê peymanek berfireh bidin encam kirin da ku aborîya Ukrayna, bextewarî û ewlehîya Ukrayna ya demdirêj garantî bike."
Jêder:Reuters, AFP, Wezareta derve ya Amerîka