Parlamana Ukrayna îro Çarşemê, Rustem Umerov wek wezîrê berevanîyê yê nû pejirand.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy piştî wezîrê berê Oleksiy Reznikov karvekişîna xwe ragihandibû, Umerov wek berbijar nîşan dabû.
Parlamanterê payebilind Yaroslav Zheleznyak ji medyaya civakî ragihand ku parlamanê Rustem Umerov wek wezîrê nû pejirandiye.
Wêneyeke ji parlamanê nîşan dide ku ji 360 parlamanteran 338’an berbijariya Umerov erê kiriye.
Zelenskyy ser helwestên nû yên jibo berevanîya Ukrayna, Umerov yê 41 salî, ku Tatarê Qirimê ye, wek berbijar nîşan dabû.
Umerov, ku berê karsazî dikir, ser guherîna dîlgirtîyan û peymana dexlûdan danûstandin kirine.
Tê zanîn ku peywendîyên Umerov yên bi Tirkîyê re baş in û ew xêncî Îngilizî, Tirkî û Erebî jî dizane.
Jêder: AFP