Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Ukrayna Alîkarîya Xwarinê Dişîne Sûrîyê


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Înê ragihand ku welatê wî 500 tonên ardê genim dişîne Sûrîyê wekî beşek ji însîyatîva wî ya alîkarîya mirovahî.

“Tê plankirin ku di nav hefteyên bê de ardê genim li 33,250 malbatan, anku li 167 hezar kesan were belavkirin,” Zelenskyy ser malpera X ragihand. Wî got ku “her paketek alîkarîyê ji 15 kîlograman pêk tê û têra malbateke pênc-kesî bo mehekê dike.”

Ev alîkarî dê bi hevkarî ligel Programa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî were belavkirin, li gor daxuyanîya serokê Ukraynayê.

Ukrayna yek ji welatên serekî ya behemdan û derfirotina genim û dexlûdanan ser asta cîhanê ye. Piştî roxandina rejîma Beşar el Esed, ku hevalbenê Rûsya bû, Ukrayna ragihand ku ew dixwaze peywendîyên xwe ligel Sûrîyê vejîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG