Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya bi Dronan Êrîşî Ser Navendên Enerjîyê Yên Ukrayna Dike


Dîmenên piştî êrîşa Rûsya li ser herêma Zhytomyr
Dîmenên piştî êrîşa Rûsya li ser herêma Zhytomyr

Operatora xetên elektrîkê ya niştîmanî ya Ukrayna îro Înê ragihand ku Rûsya bi şev bi dronan êrîş biriye ser navendên enerjî yên li du herêmên welêt û zarar daye belavkirina elektrîkê.

'Ukrenego' dîyar kir ku piranîya karînerên elektrîkê yên li Cherniv û Zhytomyr yên li bakur jinûv elektrîk bi dest xistine.

Artêşa Ukrayna ragihand ku Rûsya bi şev 22 dron firandine û ji wan 20 hatine xistin.

Piranîya dronan li Kherson, Sumy, Zhytomyr û Cherniv hatin pûç kirin.

Walîyê herêma Chernivê dîyar kir ku bi êrîşên Rûsîyan li Nizhynê hin binesazîyan zarar dîtine, lê zêdetir agahî nedan.

Rûsya ji biharê vir ve, êrîşên xwe yên muşekî û dronî yên dijî navendên enerjîyê zêde kirine ku jiber wan êrîşan li gelek herêman elektrîk qut dibe.

Kîev jiber qutbûna elektrîkê neçar ma ku ji Yekîtîya Ewrupa (YE) mîqdarek mezin ya elektirîkê daxwaz bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG