Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bajarê Kryviyi Rih yê Ukrayna bi Mûşekan Dike Armanc


Wezareta Navxweyî ya Ukrayna roja Duşemê ragihand ku li bajarê Kryvyi Rih du êrîşên mûşekî yên Rûsî pêk hatine û herî kêm 2 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Hundir Ihor Klymenko got ku "Du kes mirine û dora 5-7 kes jî di bin kavilan de ne."

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy derbarê êrîşê de vîdyoyek parve kir, tê de li kêleka avahîyek neh qatî ya hilweşî ku dûman bilind dibû û hevdem avahîyeke din ya çar qatî hema bi tevahî hilweşî bû.

Berî şer hejmara xelkên Kryvyi Rih bêtirî 600 hezaran bû.

Zelenskyy got ku mûşekên Rûsî li avahîyek zanîngehê û avahîyek rûniştvanan ketine.

Karbidestekî payebilind yê Ukraynayê roja Yekşemê ragihand ku şerekî giran li bakurê rojhilatê welat qewimî, ligel ku hêzên Kîevê xetên xwe diparêzin û li hin herêman pêşketin bidest xistine.

Lê artêşa Rûsyayê jî ragihand ku wan hêzên Ukraynayî yên li herêmê paşve xistine.

Zelensky roja Yekşemê weke "rojeke baş, rojeke bihêz" ya li enîya şer bi nav kir, bi taybet li nêzîkî Baxmut, cihê ku hêzên Ukraynayî dibêjin ew wê herêmê ji Rûsan rizgar dikin.

XS
SM
MD
LG