Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anket: Ukraynîyên ku jibo Rawestandina Şer Dixwazin Hin Ax Were Dayîn Zêde Dibin


Anketeke do Sêşemê hat weşandin nîşan dide ku bi qasî ji sê paran pareke Ukraynîyan qebûl dikin jibo dawî li şer were ew hinek ax bidin Rûsya ku rêjeya wan kesan li gor sala borî sê qat zêde bûye.

Enstîtuya Sosyolojîyê ya Nevneteweyî li Kîevê ser vê mijarê 16-22’ê Gulanê li axên Ukrayna bi bersîvên 1067 kesan anketek amade kir.

Encamên anketê raber dikin ku rêjeya kesên ku dayîna hin parçeyên axa welêt qebûl dikin 32 ji sedê ye. Ew rêje dawîya sala borî 19 ji sedê û salek berê jî 10 ji sedê bû.

Anket nîşan dide ku 55 ji sedê Ukraynîyan naxwazin bi ti awayî axa welêt were dayîn.

Rûsya, Sibata 2022’an dest bi êrîşa dijî Ukraynayê kir ku û tevî nîvgirava Qirim ya sala 2014’an ketibû destê wê, 18 ji sedê axa Ukrayna di bin kontrola Rûsya de ye.

Di anketê de ji beşdaran nehat pirsîn ku ew dayîna kîjan axan erê dikin û yan jibo çiqas ax li ser vê fikrê ne, nehat pirsîn.

Enstîtuya Sosyolojîyê ya Nevneteweyî ya Kîevê dîyar kir ku beşdar dibêjin ku ger ew wan axan bidin jî ew nayê wê wateyê ku ew herêm dibin herêmên Rûsî.

Rûsya sala 2022’an ragihand ku Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhzia ketine destê wê ku hîn jî kontrolan hin parçeyên wan herêman di destê Ukrayna de ne.

Rêvebirê Enstîtuya Sosyolojîyê ya Navneteweyî ya Kîevê Anton Hrushetskyi di daxuyanîya ser anketê de got ku Ukraynî encam çi be jî naxwazin ku bi Rûsya re peymaneke aştîyê çêkin.

Hrushetskyi ser fikra dayîna hin ax got ku girîng e Ukraynî bi her awayî dijî aştîya bi Rûsya re ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG