Digel destpêkirina şerê Rûsya dijî Ukrayna Tirkîye roleke berçav heye di hewlên çareserîya bi aştî Tirkîye ya endama NATO û dosta Rûsya piştevanîya Ukrayna dike û dixwaze têkîlîyên xwe yên baş bi Rûsya re biparêze.
Hate îro Tirkîye helwesteke zelal darbarê rewşa Rûsya û Ukrayna nîşan nedaye, li alîyekî Tirkîye balafirên drone dide Ukrayna û li alîyê din heta niha Tirkîye,wek Amerîka û tevahîya welatên Ewupî ceza li ser Rûsya danenîye.
Bawerî heye ku desthilatdarîya Tirkîyê dixwaze Rûsya razî bike û têkîlîyên xwe yên sîyasî û aborî biparêze û herwiha hevalbendîya xwe bi Ukrayna û welatên Rojava re bidomîne.
Erê, Tirkîye dikare heta dawîyê her du alîyên şer razi bike û peywendîyên xwe bi Rûsya re ji biparêze?
Erê, helwesta îro ya Tirkîye hember şerê Rûsya dijî Ukrayna wê heta dawîyê bimîne?
Bernamê Tîrêj vê mijarê bi mamostayê zaningehê û şîrovekarê sîyasî Dr. Abdulla Kiran gotûbêj dike.