Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Goreke Girseyî li Herêmeke Rizgarkirî li Ukrayna Hate Dîtin


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy Pêncşemê bi şev ragihand ku desthilatdarên welatê wî goreke girseyî li nêzîk bajarekî ku vê dawîyê ji hêzên Rûsyayê hate rizgarkirin hatiye dîtin.

Gor li nêzîkî bajarê Iziumê li herêma Xarkîvê ya bakur rojhilata Ukraynayê hate dîtin.

Zelenskyy di gotara xwe ya rojane ser televizyonê de got ku “gavên pêwîst li wir destpê kirine û dê bêtir agahîyên zelal û piştrastkirî sibe bedest bin.”

Rojnamevanên Associated Press roja Pêncşemê serdana wê deverê li nav daristaneke Iziumê kir. Wan bi sedan gor li nav daran dîtin ku piranîya wan bi hejmaran hatibûn destnîşankirin.

Vekoleran jî ew dever bi alavên hesinî kontrol dikirin bi mebesta ku bombe û mayînan derxînin.

Oleg Kotenko, yek ji berpirsên hikûmeta Ukraynayê ku li deverên hatine rizgarkirin dixebitin, got ku bi rîya vîdyoyên ku leşkerên Rûsyayê ser medyaya civakî belav kirine, dibe ku bêtirî 17 term li nav gorê hebin.

“Me hîn ew nejimartine, lê ez bawer dikim bêtirî 25 term an jî 30 term hebin,” Kotenko got.

Hêzên Rûsyayê hefteya borî ji Iziumê û hinek deverên din yên herêma Xarkîvê derketin piştî êrîşeke balkêş ya hêzên Ukraynî. Zelenskyy roja Çarşemê serdana deverê kir û beşdarî merasîma bilindkirina ala Ukranyî li ser avahîya şaredaîya Iziumê bû.

Cîgirê Wezîrê Hundir yê Ukraynayê Yevhen Enin roja Pêncşemê got ku hinek belgeyên din dîyar kirine ku piştî operasyona Ukrayna li devera Xarkîvê, gelek “navendên êşkencekirinê” hatin dîtin ku tê de welatîyên Ukraynî û kesên biyanî “li jêr şer û mercên nemirovî” hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG