Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dawî Agahiyên Şerê Rûsya li Ukraynayê: Şer Piştî Agirbesta Moskoyê


Hêzên Rûsî û Ukraynî roja Îniyê li eniya pêşiyê li Ukraynayê bi muşek avêtin hev piştî ku Mosko gotibû ku wê dest bi agirbestekê kiriye ku bi tundî ji aliyê Kyiv ve hat redkirin.

Dîplomasî û Alîkarî

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Înê got, Amerîka dê zêdetirî 3,75 milyar dolar alîkarîya leşkerî bide Ukrayna û welatên cîranên wê yên ku jiber êrîşa Rûsya ziyan dîtine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy roja Îniyê got pabendbûna Amerîka ji bo peydakirina wesayîtên cengî yên Bradley ji Kyivê re, ji bo yekem car ew e ya ku Ukrayna pêwîstî pê heye.

Almanya roja Îniyê got ew dixwaze berî dawiya Adarê dora 40 wesayîtên şer yên Marder radestî Ukraynayê bike, û cîgirê serokwezîr Robert Habeck got ku Berlîn di dawiyê de dikare çekan bişîne.

Amerîka roja Înê cezayên nû ragihandin ku dabînkerên dironên Îranî dikin armanc. Waşinton dibêje ew diron ji bo lêdana binesaziya sivîl li Ukraynayê di dema şerê bi Rûsyayê de hatîne bikaranîn.

Şer

Waliyê bajarê Sevastopol yê Crimea yê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye danîn, roja Şemiyê got ku berevaniya esmanî dronek xistiye xwarê ku ew pêşniyar dike hewldana herî dawî ya êrîşa Ukraynayê ye li ser bendereke ku keştiyeke Rûsyayê ya Deryaya Reş lê ye.

Hêz û Abûrî

Ajanseke Neteweyên Yekgirtî roja Îniyê got ku Ukrayna bi kêmî dê pêtivî bi 1.79 milyar dolar hebe da ku sektora xwe ya telefonê vegerîne asta berî şer. Tê gotin ku Rûsyayê torên li beşên welat bi tevahî wêran an desteser kirine

Lêçûnên kirêkirina keştiyan bo veguhestina kelûpelan ji Deryaya Reş ji destpêka salê ve bi rêjeya pêncyek zêdetir zêde bûye, ji ber bilindbûna rêjeyên înşûransan di encama metirsîya şer de, li gor çavkaniyên pîşesaziyê.

Rêveberîya tora elektrîkê ya Ukraynayê roja Îniyê bang li sivîlan kir ku elektrîkê kêm bikarbînin, ji ber ku germahî daketiye û zêdebûna bikarînana enerjiyê, metirsîyeke nû li ser tora ku ji ber êrîşên asmanî yên Rûsî wêran bûy disepîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG