Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê li Dora Kîevê 15 Dron Xistine


Karbidestên Ukrayna îro Pêncşemê radigihînin ku 15 dronên êrîş birine ser Kîevê hatine xistin.

Serokê rêvebirîya leşkerî ya Kîevê Sergiy Popko bê ku bibêje êrîş kê li dar xistine dîyar kir ku hêzên wan yên esman 15 dron rawestandine.

Popko got ku li gor agahîyên pêşî jiber êrîşan ti kuştin û zarar çênebûye.

Wî dîyar kir ku êrîşa dronî 3 saetan dom kiriye û got ku di êrîşan de dronên Shahed hatine karanîn.

Rûsya berê jimareke caran li Ukrayna dronên Shahed, ku çêkirina Îranê ne, şixulandin.

Rêvebirîya leşkerî ya Kîevê ser êrîşên esmanî hişyarî dabû û ji rûniştvanên bajêr xwestibû ku di stargehan de bimînin.

Rûsya jî ragihand ku wê li herêma Kaluga, ku bi qasî 200 kîlometre nêzî Moskow ya paytext e, 6 dron xistine.

Walîyê herêmê Vyacheslav Shapsha ji Telegramê dîyar kir ku sîstemên berevanîyê esmên bi şev 6 dronên xwestine herêma Kaluga derbaz bikin xistine xwarê.

Shapsha got ku di êrîşa dronî de ti zîyan çênebûye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG