Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya li Donetskê 3 Xebatkarên Xaça Sor Kuştine


Karbidestên Ukrayna îro Pêncşemê radigihînin ku di êrîşên dawî yên Rûsya de 3 Ukraynî, ku jibo Komîteya Xaça Sor ya Navneteweyî (ICRC) dixebitîne, canê xwe ji dest dane.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ji X’ê Rûsya bi sûcê cengê tawanbar kir.

Zelenskyy got ku Rûsya li herêma Donetskê êrîş biriye ser maşîneyên alîkarîya mirovahî ya ICRC’ê.

Walîyê herêma Donetskê Vadym Filashkin ji Telegramê got ku gundê Viroliubivka di bin bombebaranê de ye û kuştî hene.

Seroka ICRC’ê Mirjana Spoljaric dîyar kir ku ew êrîşê dijî xebatkarên wan bi tundî şermezar dike.

Spoljaric dîyar kir ku êrîşa li herêma belavkirina alîkarîyan bêwîjdanî ye.

Wê got ku tîmên ICRC’ê li herêma Donetskê tim alîkarîyan belav dikin û dîyar kir ku li ser maşîneyên wan nîşanên Xaça Sor hene.

Serdozgerîya Ukrayna ji Telegramê raagihand ku xebatên ICRC’ê jibo zivistanê şewit birine herêmê û dema belavkirina alîkarîyê de êrîş çêbûne.

Li gor ragihandina serdozgerîyê du xebatkar jî birîndar in û ji wan rewşa yekî giran e.

Rûsya bi berdewamî êrîşan dibe ser herêma Donetskê ku hin beşên wê di bin kontrola hêzên Rûsî de ne.

Moskow dibêje di êrîşan de hedefên wê ne sîvîl û binesazîyên sîvîl in, lê di êrîşan de heta niha bi hezaran mirov hatine kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG