Ukrayna îro Duşemê ragihand ku wê bi operasyoneke sabotajê li Kaliningrad ya Rûsya keştîyeke Rûsî ya dîtina mayînan pûç kiriye.
Ajansa operasyonên veşartî ya Ukrayna, ku bi navê GUR tê zanîn, ragihand ku ew îsal li Deryaya Baltik cara duduyan e êrîşan dibe ser keştîyên şer yên Rûsya.
GUR eşkere nekir ku wê operasyon çawa çêkiriye, lê got ku ji qulikeke xeta gazê ya motora keştîya Alexander Obukhov Alexandrit av ketiye wê.
Wê ji Telegramê ragihand ku keştîya li Baltyiskê, ku hazirî dikiriye ku here şer, zarareke cidî dîtitye.
Rûsya, ku Sibata 2022’yan dest bi Ukrayna kir, ser daxuyanîya Kîevê hîn ti şîrove nekiriye.
GUR’ê ragihand ku keştî piştî sabotajê ketiye tamîreke berfireh.
Wê ajansê ser sabotajê hin dîmen jî weşandin. Di wan de xuya dibe ku av ketiye motora keştîye û pêdivîya wê tamîrê heye.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku ew nikare bi awayekî serbixwe dîmenan yan jî îdiayên GUR’ê niha piştrast bike.
GUR û komeke leşkerên Rûsî ku piştgirîya Kîevê dike, serê vê salê berpirsîya êrîşeke dijî keştîyeke Rûsî ya li Deryaya Baltik girtibûn ser xwe.
Jêder: Reuters