Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûçeyên Dawî Yên Şerê Rûsya li Ukraynayê


Sê karbidestên Amerîkî ji Reutersê re gotin, Rûsya yan jî hêmanên alîgirên Rûsyayê li pişt belavbûna belgeyên leşkerî yên nehênî yên Amerîkî ne ku beşekî ji şerê li Ukraynayê nîşan didin, di demekê de ku Wezareta Dadê got ew vekolînê dike.

Moşekek ku ji axa bin kontrola Ukraynayê hat avêtin li ser bajarê Feodosia yê Deryaya Reş li Crimea ya ku di bin kontrola Rûsyayê de hat xwarê, serokê rêveberiya Crimea ya ku Moskowê saz kiriye roja Şemiyê got. Reuters nekariye bilez van raporan piştrast bike û ne diyar bû ka Ukrayna çawa dikaribû êrîşek wiha bike.

Şer

Îstîxbarata leşkerî ya Brîtanî roja Înê got ku hêzên Rûsî gefe li rêyeke sereke ya dabînkirinan bo Baxmût kirin, ku navenda êrîşa wan ya bi mehan e, û Ukrayna got ku ew wê diparêze da ku dagirkeran berî êrîşa xwe ya dijber têk bibe. Artêşa Ukraynayê got ku ew bajêr xwe diparêzin lê rewş dijwar e.

Nûçegihanê rojnameya Wall Street Journal, Evan Gershkovich bi fermî li Rûsyayê bi sîxuriyê hate tawanbarkirin, ajansên nûçeyan ên Rûsî roja Înê ragihand. Gershkovich tawanbarkirin red kir û got ku ew rojnamegeriyê dike.

Dîplomasî û Siyaset

Peyvdarê serokwezîrê Keneda roja Înê got ku serokwezîrê Ukraynayê Denys Shmyhal dê di hefteyên bihêt de serdana Kenedayê bike.

Rojnameya Hindu roja Şemiyê ragihand, ku cîgira yekem ya wezîrê derve yê Ukraynayê Emine Dzhaparova roja Duşemê dê serdana Hindistanê bike û da ku daxwaza alîkariyên mirovî û alavên ji bo başkirina binesaziya enerjiyê ya ku di dema êrişa Rûsyayê de ziyan vê ketîn.

Aborî û Bazirganî

Rûsyayê gef kir ku dê peymana genim bi navbeyna Neteweyên Yekbûyî de derbas bike heta ku astengên li ber hinardekirina wê ya çandiniyê neyên rakirin, di heman demê de danûstandinên li Tirkiyê rêkeftin li ser rakirina astengan ji bo dirêjkirina peymanê bo piştî meha bê.

Wezîrê Enerjiyê Herman Halushchenko roja Îniyê got, piştî navbereke şeş mehan Ukrayna dikare ji nû ve hinardekirina elektrîkê dest pê bike, ji ber serkeftina wan çêkirininên ku piştî êrîşên dubare yên Rûsyayê hatine kirin.

Karbidestekî Amerîkî ji Reutersê re got, Tirkîyê razî bû ku veguhestina kelûpelên rojavayî yên qedexekirî bo Rûsyayê rawestîne, piştî fişarên G7, û hişyarî da ku Washington dê daneyên bazirganî yên Enqerê bi Moskowê re bişopîne li hêviya daketinê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG