Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Ku Dê Tankên Şer Bişîne Ukraynayê


Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak roja Şemiyê amaje bi wê kir ku Brîtanya dê hin tankên xwe yên sereke yên şer ligel piştgiriyeke topavêjê ya zêde bişîne Ukraynayê , û ev yek bo cihê nerazîbûna bilez ya Balyozxaneya Rûsyayê li Londonê.

Di peywendiyeke telefonî de digel serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy, Sunak "armanca Brîtanyayê ji bo xurtkirina piştgiriya xwe ji Ukraynayê re diyar kir, di nav de jî pêşkêşkirina tankên Challenger 2 û sîstemên topan ên zêde", peyvdarê serokwezîr got.

"Rêberan rewşa niha ya şerê Rûsyayê li Ukraynayê nirxand, bi serketinên li pey hev yên Ukraynayê ku leşkerên Rûsî paşde xistin û pirsgirêkên wan Yên leşkerî û moralî aloz kirîne," peyvdar got.

Raporên medyayê diyarkirin kirin ku Brîtanya digel Ukraynayê di gotûbêjan de bû ji bo radestkirina tankên Challengers da ku alîkariya wî welatî bike jibo bervanîkinîna hêzên Moskowê.

Ofîsa Sunak di destpêka vê hefteyê de got ku Brîtanya dê piştgirîya xwe digel hevalbendan hevrêz ket, piştî ku Almanya, Fransa û Amerîka hefteya borî amaje kirin ku ew dê wesayîtên zirxî bidin Ukraynayê.

Li gorî Sky News, dê bi dehan tank bêne peydakirin, ev yekem car e ku soza çekên rojavayî yên weha tê dayîn. Ofîsa Sunak got ku dê di demek nêzîk de hûrguliyên din yên derbarê bicihkirina tankan hêne ragihandin.

Balyozxaneya Rûsî li London got ku biryara şandina tankan dê rûbirûbûnê dirêj bike û dê bibe egera zêdetir qurbanî di nav wan de sivîl, û ev e belgeya tevlîbûna Londonê ya eşkere di şer de.

Balyozxaneyê got, li gorî wan şîroveyên ku ajansa nûçeyan TASS amaje pê kirîn, derbarê tankên Challenger 2 de, ne pêkane ku ew alikariya hêzên çekdar yên Ukraynayê bikin di qada şer de, lê ew ê bibin armancek mezin a rewa ji bo topxaneyên Rûsyayê."

Challenger 2 tankeke şer e ku ji bo êrişkirina tankên din hatiye çêkirin û ji sala 1994an ve di xizmeta Artêşa Brîtanî de ye, li gorî artêşê, ew li Bosna û Herzegovina, Kosova û Iraqê hatiye bicihkirin.

Pevdarê Sunak got: "Serokwezîr û serok Zelenskiyy pêşwaziya sozên navneteweyî yên din ên di vî warî de kir, di nav de jî pêşinyara Polenda ji bo dabînkirina kompaniyeke tankên Leopard."

Andriy Yermak, serokê stafê serokê Ukraynayê, spasiya Brîtanya kir ji bo vê pakêta nû ya berevaniyê . "Eve beşdariyeke girîng e ji bo parastina azadî û demokrasiyê li Ewropanye . Em spasiya Rishi Sunak û gelê Brîtanî ji bo vê alîkariya dikeyn," wî li ser Twitterê got.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG