Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukraynayê Dibêje ew Dê Bi Berdewamî ji bo Serxwebûna Xwe Şer Bike


Fermandarê giştî yê artêş Ukraynayê roja Yekşemê got Ukrayna dê berdewam ji bo serxwebûna xwe şer bike, salekê piştî ku termên sivîlan li bajarê Buchayê hatin dîtin piştî ku leşkerên Rûsî paşve vekişiyan.

Valery Zaluzhny li ser Telegramê got: "Em dê ji bo serxwebûna netewa xwe têkoşîna xwe bidomînin."

Di vê navberê de, êrîşeke biharê ya Ukraynayê dikare her dem dest pê bike, wezîrê berevaniyê yê Ukraynayê Oleksî Reznîkov hefteya borî got. Li gorî Associated Press, Kîev xwe ji bo şerekî dirêj amade dike, û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kar dike ku leşker û sivîlan motîve bike.

Di hevpeyvînekê de ligel Associated Press, Zelenskyy got ku alîkariya rojavayî ji bo bihêzkirina berxwedana Ukraynayê di rewşa şerî de pir girîng e, ku niha 13 mehen in şer berdewam dike û çi danûstandinên aştîyê li ber çavan nîne.

Artêşa Ukraynayê bi çekên bihêz dest bi biharê dike. Almanya vê hefteyê got ku wê 18 tankên Leopard 2 yên ku soz dabû Ukraynayê radest kirine. Polonya, Kanada û Norwêcê jî tankên xwe yên Leopard yên ku soza wan dabûn radest kirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG