Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro Yekşemê ragihand ku welatê wî qebûl kirîye ku gotûbêjan ligel Rûsyayê ser sînorê Belarûsê bikin, li vê dema ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê êrîşên xwe li nav axa Ukraynayê didomînin.
"Me qebûl kir ku şanda Ukraynayê ligel şanda Rûsyayê bê pêş-merc li ser sînorê Ukrayna û Belarûsê bicive," ofîsa serokê Ukraynî di daxuyanîyekê de got.
Tê ragihand ku gotûbêjên di navbera herdu welatan de sibe Duşemê lidar bikevin. Piştrastkirina van gotûbêjan hat piştî peywendîyeke telefonî di navbera Zelensky û Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko. Belarûs hevalbendeke nêzîk ya Rûsyayê ye û di vê krîzê de piştgirîyeke bihêz jibo Moskowê nîşan daye.
Vladimir Medinsky, alîkarê Serokê Rûsyayê, îro Yekşemê ji rojnamevanan re got ku ewê misoger dikin ku rîya çûna cihê gotûbêjan bi tevahî ewle ye û ew êdî li hêvîya şanda Ukraynî ne.
Ev pêşketin di demekê de tê ku şer û pevçûn di navbera hêzên Rûs û yên Ukraynî de li paytext Kîev û bajarên din yên Ukraynayê berdewam dikin.
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba di gotareke ser televizyonê îro Yekşemê de got ku welatê wî "hustekê jî axa xwe" nade Rûsyayê.
"Em diçin [van gotûbêjan] da ku guhdarî bikin ka Rûsya çi dixwaze bibêje, em bê ti rêkeftineke destpêkî derbarê encamên van gotûbêjan diçin. Em diçin da ku guhdarî bikin û hizra xwe ser vî şerî û kiryarên Rûsyayê bibêjin," Kuleba di gotara xwe de got.