Berpirsê Banka Navendî ya Ukrayna Kyrylo Shevchenko îro Înê ji welatên Rojavayî daxwaz kir ku karanîna rubleya Rûsî yan Belarûsî qedexe bikin.
Shevchenko bang li Yekîtîya Ewrupa, Amerîka, Japonya û Brîtanya kir ku di kirin, firotinê de diravên Rûsî û Belarûsî nexebitînin.
"Bi qedexeya diravdana bi rubleya Rûsî wê ne pêkan be ku dewleta êrîşkar di nikaribe heqê tiştên ku difiroşe bi dirava xwe ya netewî wergire,” Shevchenko got.