Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Ukraynî Ser Muşeka ku Ketiye Polonya Vekolînê Dikin


Serokê Polandî Andrzej Duda li cîhê ketina muşekê xwane dibe
Serokê Polandî Andrzej Duda li cîhê ketina muşekê xwane dibe

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Înê dîyar kir ku pisporên Ukraynî li herêma sînor ya Polonya ser muşeka ketî vekolînê dikin.

Muşek roja Sêşemê ketibû û karbidestên Polonya dîyar kiribûn bi muşekê du welatîyên wan hatine kuştin.

Kuleba da zanîn ku ewê bi Polonya re hevkarîya vekirî û avakar bidomînin.

Wî spasîya Polonya kir ku rê li ber vekolîna pisporên Ukraynî vekiriye.

Polonya û hevbendên wê yên Rojavayî dibêjin ku delîl raber dikin ku muşekeke Ukrayna ya daye dû muşekeke Rûs li axa Polonya ketiye.

Kîev dide zanîn ku di muşeka ketî de tilîya Rûsya heye û wan îdiayên din red dike.

XS
SM
MD
LG