Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna 44 Dronên Rûsî Hilweşandin


Karbidestên li bakurê rojhilata Ukraynayê îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşeke dronî ya Rûsî de, li bajarokê Konotop herî kêm 14 kes birîndar bûne.

Karbidestan got ku di êrîşê de navendên binesazîya enerjîyê û yên sivîl hatine armanc kirin.

Hêzên Rûsî herwiha êrîşên dronî birine ser li herêma Kherson, lê karbidestan got ku berevanîya esmanî ya Ukraynayê çar dron xistine xwarê.

Artêşa Ukrayna ragihand ku wê 44 ji 64 dronên ku Rûsyayê xistine xwarê, yên ku di êrîşên li seranserî Ukrayna de roja Pencşemê bi kar anîne.

Ji bilî Sumy û Kherson, li herêmên Çerkasy, Dnipropetrovsk, Khmelnytskyi, Kirovohrad, Kyiv, Poltava û Zaporizhzhia jî dron hatine têk birin.

Wezareta berevanîyê ya Rûsya jî îro ragihand ku wê 3 dronên Ukraynî li herêma Belgorodê, 2 dron li Kursk û droneke din jî li ser Bryansk pûç kirine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG