Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Dibe ku Rûsya Êrîşên Ser Armancên Sivîlan li Ukrayna Zêde Bike


Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê hişyarî da ku dibe ku Rûsya êrîşên xwe ser armancên sivîl zêde bike li vê dema ku ew rastî têkçûnan li nav qada şer tê.

“Di heft rojên dawî de, Rûsya armanckirina binesazîya sivîl zêde kiriye, di nav de jî li wan deverên ku bandoreke leşkerî lê neke,” Wezareta Berevanî ya Brîtanî di daxuyanîyekê îro Yekşemê de got.

“Li vê dema ku ew li bereyên şer rastî têkçûnan tê, dibe ku Rûsya cihên ku ew amade ye lê bide zêde kiriye di hewildanekê de jibo ku bi awayekî dîrekt morala gel û hikûmeta Ukraynayê lawaz bike,” daxuyanîyê herwiha dîyar kir.

Fermandarê herêmê li bajarê Mykolaiv, Vitaliy Kim, got ku di encama topbarana Şemîyê bi şev de nexweşxaneyek li bajêr hate armanc kirin. Wî herwiha ragihand ku topbarana Rûsyayê çend deverên din jî kir armanc û di encama wê de du kes birîndar bûn.

Li bajarê Nikopol jî, sê sivîlên din di encama topbaranê de birîndar bûn, li gor fermandarê wê herêmê Valentyn Reznichenko.

XS
SM
MD
LG