Serfermandarê Ukraynî Andriy Yermak îro Duşemê dîyar kir ku pêdivîya wan bi sedan tankan heye.
Yerman ragihand ku ew dê bi tankan êrîşan bibin ser hêzên Rûsî û axa dagirkirî vegerînin.
‘’Pêdivîya me bi tankan heye, ne 10, 20 lê çend sed tank’’ Yernak li Telegramê nivîsî.
Wî dîyar ir ku armanca wan vegera li sînorên sala 1991 e û got ku dijmin dê bedela sûcên xwe bide.
Kîev ji hevbendên xwe yên Rojavayî tankên Leopard 2 yê Almanî dixwaze.
Wezîrên rojavayî hefteya borî ser alîkarîya bo Ukrayna kom bûn, lê ser şandina tankan li hev nekirin.
Polonya dîyar dike ew bêyî ku destûrekê bistîne dikare tankan ji Ukrayna re bişîne.
Jêder: AFP