Leşkerê Amerîkî mûşekên rêberî dişîne Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) û firokeyên şer ji bo alîkariya Îmaratê ji ber ku ew bi êrîşên mûşekî yên serhildayên Hûsî li Yemenê rû bî rû maye.
Pentagonê got ku Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin roja Sêşemê di peywendîyeke telefonî de ligel prensê Abu Dhabi Mihemed Bin Zayid Al Nahyan ev mijar gotûbêj kir.
Daxuyanîyeke Pentagonê got ku USS Cole "beriya ku li Abu Dhabi benderê bike dê bi hêzên deryayî yên Îmaratê re hevkarîyê bike."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wezîr her wiha Welîehd ji biryara xwe ya bicihkirina balafirên şer yên nifşê 5emîn ji bo alîkariya Îmaratê li dijî metirsiya heyî agahdar kir û wekî îşareteke zelal ku Amerîka wekî hevkareke stratejîk ya demdirêj ligel Îmaratê radiweste." .
Êrîşeke serhildêran ya 17’ê Çileyê sê karkerên biyanî li kargeheke niftê ya Abu Dhabi kuştin.
Piştî hefteyeke, hêzên UAE û Amerîka li baregeha esmanî ya El-Dhafra ya Abu Dhabi mûşekên navbirî avêtin ku du mûşekên Hûsiyan têk bibin.
Êrîşa sêyem roja Duşemê çebû, di dema seredana Serokê Îsraîlî Îshaq Herzogê de, le Îmarat mûşekên Hûsî bi sîstema beravanîyê rawestand.
Îmarat beşek ji koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Saûdî ye, ku ji sala 2015’an vir ve şerê li dijî serhildêrên Hûsî dike ji bo parastina hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin.