Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Bombekirinên Teksasê Xwe Peqand


Zilamê 24 salî ku bajarê Austin ya Teksas xistibû bin tirsê, îro Çarşemê xwe peqand, berî ku polîsên taybet wî bê bandor bikin.

Karbidestên polîsan got ku wan wî bergumanî li nêzî otelekê peyda kir û bi otomobîlan ew dişopand, dema wî trombîla xwe li kelêka rê sekinand û alaveke bombebarkirî peqand.

Berpirsê polîsan Brian Manley li nêzî cîhê bûyerê ji nûçegîhanan re got ku berguman di encama peqandina alava bombebarkirî de hate kuştin.

Wî da zanîn ku berguman Amerîkî yê Sipî ye, lê wî red kir ku hûrgilîyên din bida medya.

”Em bawer dikin ku berguman ji destpêka Adarê vir ve ji şeş bûyerên bombekirinêya li dora Austin berpirs e. Em heta niha nizanin armanca wî kesî çi bû û ti hevkarên wî hene yan ne.”

Manley hemwelatîyan hişyar kir ku reng e hîn bombeyên din jî hebin.

XS
SM
MD
LG