Serokwezîrê Polonya Donald Tusk ragihand ku ewê bi bernameyeke nû her sal 100,000 leşkerên dilxwaz perwerde bikin.
Tusk dîyar kir ku her çiqas dijwar be jî jibo wan ya girîng ew e ku perwerde herî dereng 2026an destpê bikin.
Wî got ku divê xêncî artêşa wan ya profesyonel leşkerên wan yên dilxwaz jî hebin.
Polonya, ku cîranê Rûsya ye, ji nav dewletên NATO li gor dahata xwe budçeya herî bilind vediqetîne.
Serokê Polonya Andrzej Duda di rojên borî de got ku ew dixwazin herî kêm 4 ji sedê budçeyê jibo berevanîyê were xerc kirin.
Donald Tusk di axaftina xwe de gotibû ku divê ew rêje 5 ji sedê be.
Jêder: AFP