Li Tirkîyê di 7ê Hezîranê de hilbijartinên giştî wê bêne kirin jibo helbijartina 550 endamên perlemanê welatî.
Eve wê bibe helbijartina giştiya 24 ji demê Komara Tirkiyê hatî damezrandin. Di van helijartinan de bo cara yekê ye Kurd bi lîstê beşdarî bin û li gora desturê Tirkiyê divê lîst 10% ya dengan bibe heta bibe grub di parlemanê de.
Namzedê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Stenbolê Firat Epozdemîr gote Dengê Amerîka, ew Xweseriya Demokrat ji Kurdan re dixwazin.
Lê, Bayram Bozyel, damezrêner û serokê berê yê HAK-PAR dibêje, HDP bername cuda ji Kurdan re nîne.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvînan, ji kerema xwe failên deng dagirin;