Parlementer û Cîgirê Serokê Meclîsê yê Partîya Çep ya Kesk (YSP) Sirri Sureya Onder, Endamên Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Nûray Ozdagan, Kenan Maçoglu û Ozgur Erol îro li Salona Civîna Rêveberîya Grûba Meclîsê li ser Doza Kobaniyê bi rojnamevanan re civîyan.
Onder, di axaftina xwe de li ser Doza Kobaniyê rawestîya û ragihand ku delîlên ku jibo darinazdina wan têne bikaranîn ne hiqûqîn e û bi tevahî sîyasîn e.
“Li vir hêzên emnî wek partîyeke sîyasî tevdigerin. Di nav desthilatîyê de şereke mezintirîn ya navxweyî tê meşandin. Ez dixwazim li vê derê balê bikşînîm ser tiştekî. Doznameya Kobaniyê li pêş (li dahatû) yên ku dixwazin Partîya Dad û Pêşketinê (AKP) bidarizînin wek doznameyeke pêş wê bikar bînin. Ez vîya bi hemû bawerî û tecrûbeyên xwe dibêjim. Wê bi vê AKP’ê bidarîzînin.”
Onder, di dema pêvajoya aşitîyê de raste rast erk girtibû. Di wê demê de jî bi rayedarên dewlatê re yekser hevdîtin çêkiribû. Ew, di dema pêvajoya aşitîyê bi kê re hevdîtin çêkirine li ser wan jî rawestîya û da dîyarkirin yên ku “dijî pêvajoya aşitîyê bûn ew dixazin ku li ser AKP’ê bi vê doznameya Kobaniyê dek û dolapan çêkin.”
“Di nav AKP’ê de yên ku dijî pêvajoya çareserîyê bûn û dijraberî dikirin bi vê doznameya Kobaniyê wê derkevin pêşberî aktorên wê demê. Ewê bi vê kê bidarizînin? Ewê serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, wezîrê Navxweyî Efkan Ala û her wekî din yên ku di pêvajoya aşitîyê de cî girtine bidarizînin”, Onder got.
Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê jî dosyayek berfireh ya ser Doza Kobaniyê pêşkêşê çapemenîyê kirin. Li ser vê dosyayê Endama Komîsyona Hiqûqê Nûray Ozdogan brîfîng da û li ser kêmasî û bê hiqûqîyên doznameyê rawestîya.
“Doznameya ku hatîye amadekirin pirê wî angaştên ne hiqûqîne bi giştî li ser beyanetên ne zelal hatine sazkirin. Em li vê derê dibînin ku sîyaset û dadresê dest dane hev û belgeyên ne rast xistine nav Doza Kobaniyê. Gava van belgeyan em temaşe dikin ti tiştekî hiqûqî nabînin”, got Nûray Ozdogan.
Kenan Maçoglu û Ozgur Erol jî li ser Doznameya Kobaniyê him di warê tenîkî û him jî bêhiqûqîyên ku di dosyayê de hatîye kirin rawestîyan. Maçoglu li ser girtina kesên ku ana têne darizandin rawestîya û go:
“Ev doz bi tevahî li gorî qalibê sîyasetê birêve diçe. Lê di xalên teknîkî de jî himan xeletî hene. Nimûne, hin kesên ku ana tên darizandin pêşî hatine girtin û dura jibo darizandina wan delîl dane ser hev. Ev jî rênimayîya sîyasî dîyar dike.”
Di rojeva parlementoyê de Makezagona Nû jî ana cîyekî fireh digre. Dengê Amerîkayê ji Sirri Surêya Onder, helwesta YSP’ê di derheqê makezagonê de çî ye û wê jibo Kurdan di makezagonê de çi daxwaz bikin pirsî. Onder bersîva vê pirsê wiha da:
“Em ti car dijî makezagoneke nû nînin. Li vê derê dixwazim tiştekê bînim ziman. Heke azadî tê xwastin, makezagoneke nû tê xwastin pêwîste pirsgirêka Kurd were dîtin. Jibo çi vîya dibêjim, jibo ku pirsgirêkeke serekeye. Lê li vê derê problem çîye? Nimûne heke em di zimanê zikmakî de perwerdeh Kurdî bixwazin, pêşxistina nasnameya xwe ya netewî bixwazin an jî daxwaza xweserîyê bikin, cezaya vî ji 16 salan de destpêdike. Ana ev şert û mercên dewletê yê resmî hene.”